Ozgur Ozel wê îro serdana Îmamoglu bike

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel wê îro li Girtîgeha Sîlîvriyê biçe serdana Ekrem Îmamogluyê ku di çarçoveya lêpirsîna "gendeliyê" ya li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibû girtin û ji peywirê hatibû dûrxistin.
Ekrem Îmamogluyê ku di çarçoveya lêpirsînên li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎMM) di 19ê Adarê de hatibû desteserkirin, pêr di bergeha lêpirsîna "terorê" de hatibû berdan û di bergeha lêpirsîna "gendeliyê" de hatibû girtin.
Îmamoglû piştî hat girtin jî ji wezîfeya xwe ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat dûrxistin.
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel wê sibê biçe serdana Ekrem Îmamoglu yê ku piştî desteserkirinê sewqî Saziya Cezayê Girtî ya Marmarayê ya Sîlîvriyê hat kirin. Derbarê mijarê de Alîkarê Serokê Koma CHPê Gokhan Gunaydin daxuyanî da. Gunaydin da zanîn ku serdana Ozel dê sibê saet di 09.30 de pêk were.





