Operasyona li bakurê Sûriyê: Yek ji berpirsên DAIŞê hat girtin

Operasyona li bakurê Sûriyê: Yek ji berpirsên DAIŞê hat girtin

PeyamaKurd – Di heft operasyonên cuda yên hevpeymaniyê de li Sûriyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 16 endamên DAIŞê girtin, ku di nav wan de berpirsekî sereke jî heye.

Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) doh ragihand ku HSDê bi alîkarîya hêzên koalîsyonê ji destpêka meha Adarê û vir ve 7 operasyon li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê li bajar û bajarokên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk anîne.

Hat ragihandin ku operasyon li Reqa, Dêrezor, Hesekê û gundên derdora wê hatin lidarxistin.

Hat ragihandin ku di nav wan de berpirsekî payebilind ê DAIŞê jî heye 16 endam û gumanbarên DAIŞê hatine desteserkirin.

 
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.