Serok Barzanî tevî mersama sersaxiya Haci Mirxan Dolamarî bû

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî tevî mersama sersaxiya Haci Mirxan Dolamarî bû. Dolamarî yek ji Pêşmergê şoreşa êlûn û hem Gulanê bû. Haci Mirxan Dolamari û ajotvanê ereba wî, di 23ê Adarê de, di êvara roja Yekşemê de li ser rêya Erbil-Duhokê di qezayê de jiyana xwe ji dest dabû.
Serok Barzanî îro an ku di 23 Adarê roja Duşemê, li Soranê li navça Mergesorê li gundê Xerdnê tevî merasima Haci Mirxan bû.
Serok Barzanî bo malbatê sersaxiyê xwest û ji Haci Mîrxan re ji Xwedê rehmetê û mekanê bihiştê xwest.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.




