Li Belûcistana Pakistanê êrîşên çekdarî: 4 ji wan polîs 8 kuştî

Li Belûcistana Pakistanê êrîşên çekdarî: 4 ji wan polîs 8 kuştî

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama du êrîşên hevdem ên çekdarî li Belûcistana Pakistanê de, 8 kes hatin ktuştin ku 4 ji wan polîs in.

Li Pakistanê du êrîşên çekdarî yên hevdem pêk hatin. Di êrîşên ku li herêma Kalatê ya li Belûcistanê ji aliyê çekdarên nenaskirî ve hat kirin de 4 karker mirin. Hevdem di êrîşa ser wesayîta devriyeya polîsan li bajarê Nuşkî de jî 4 polîsan jiyana xwe ji dest da.

Serokomarê Pakistanê Asif Elî Zerdarî xemgîniya xwe anî zimên û got û got, divê tedbîrên bibandor li dijî unsurên terorîst bên girtin ku karkerên bêçek kirine hedef. Zerdarî got ku hedefgirtina karker û sivîlên bêguneh kiryarek "çepel" e û "divê were şermezarkirin".

Hêjayî gotinê ye, çekdarên Belûcî gelek caran hêzên ewlekariya Pakistanê dikin armanc.

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.