Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hate girtin

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hate girtin

PeyamaKurd - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku ji ber du lêpirsînên cuda yên gendelî û terorê 19ê Adarê hatibû binçavkirin îro danê sibehê derkete pêşberî dadgehê. Tevî Îmamoglu 92 kes ji rêveberên şaredariyê hatibûn binçavkirin ku hejmarek zêde ji wan hatin girtin.

Hate ragihandin ku Ekrem Îmamoglu jî bi biryara dadgehê hate girtin. Îmamoglu ji lêpirsîna terorê ya derbarê 'lihevkirina bajar' de serbest hate berdan, lê ji doza gendeliyê jî biryara girtina wî hate dayîn.

Hêjayî gotinê ye, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî di nav de 92 kesên di 19ê Adarê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibûn biçavkirin, bi daxwaza girtinê îro sewqî dadgeriya cezayên sulhê hatibûn kirin.

Ekrem Îmamoglu jî di nav de gelek kesên binçavkirî hatin girtin. Hinek ji wan jî bi mercê kontrola edlî hatin berdan.Li aliyê din dengdana namzediya serokomariyê ya Îmamoglu li navendên CHPê berdewam dike û protestoyên li ber şaredariya Stenbolê jî didomin.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.