Bakirhan û Hatimogulları girtina Îmamoglu şermezar kirin

Bakirhan û Hatimogulları girtina Îmamoglu şermezar kirin

PeyamaKurd - Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, piştî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû daxuyanî dan û  girtina wî şermezar kirin.

Bakirhan li hesabê xwe yê Xê got: “Bi hincetên sexte û bi hincetên siyasî, em girtina Îmamoglu bi tundî red dikin.”

Bakirhan diyar kir: “Darbeya li dijî îradeya 16 milyon kesî li Tirkiyeyê, aloziyên siyasî, aborî û civakî zêdetir kirin. Ez vê bêhiqûqiya ku mafê dengdayîn û hilbijartinê yê gelê Stenbolê li ber çavan nagire û darazê dike amûra destêwerdana siyasî, bi tundî şermezar dikim.”

Tulay Hatîmogullari jî got ku ew girtinê bi tundî şermezar dikin û wiha pê de çû: “Em bang dikin ku di derbarê Birêz Îmamoglu de ev biryar bê nirxandin û her kesên bi wî re hatine girtin demildest bên berdan. Mafê ti kesî tune ye ku bi bikaranîna dadweriyê ji bo berjewendiya xwe destêwerdanê li vîna gel li dijî 85 milyon kesî bike.”

Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.