Fuad Husên û Abbas Arakçî rewşa herêmê gotûbêj kirin

Fuad Husên û Abbas Arakçî rewşa herêmê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Îranê Fuad Husên naveroka peyama Serokê Amerîka Donald Trump ji Îranê re nirxandin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê ya doh Duşemê 24ê Adarê de hat ragihandin ku Wezîrê Derve Husên û Wezîrê Îranê Arakçî pêwendiyeke telefonî encam dane.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Xezze û Lubnanê yên di çarçoveya binpêkirina agirbestê ya Îsraîlê û êrîşên Amerîkayê yên li ser Yemenê de hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Derve yê Îranê dilgiraniya xwe ji pêşhatan nîşan da û hin agahî ji naveroka peyama ku Trump ji rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî re şandiye, ji Wezîr Husên re ragihandiye û tekez kiriye ku ew ê bersiva wê peyamê bidin.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêwendiyên dualî yên di navbera her du welatan de hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser berdewamiya hevkarî û hemahengiyê hat kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Fuad Husên dilgiraniya xwe ji zêdebûna aloziya li navçeyê nîşan da, pêngava pêdaçûn li naveroka nameya Trump nirxand û hêvî xwest ku ew hevhatin bibe alîkarê vekirina deriyê diyalogê di navbera her du aliyan de.

 
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.