Amerîkayê dawî li statuya 532 hezar koçberî anî

PeyamaKurd – Amerîkayê statuya qanûnî ya nêzî 532 hezar koçberên Kûbayî, Haîtî, Nîkaraguayî û Venezuelayî bi dawî kir ku di çarçoveya bernameya birêveberiya John Biden a 2022yan de hatibûn çûbûn Amerîkayê.
Hat ragihandin ku ev koçberên ku piraniya wan ji welatên Amerîkaya Latînî ne, divê heta 24ê Nîsana 2025an Dewletên Yekbûyî biterikînin.
Donald Trump soz dabû ku koçberiya ji Amerîkaya Latînî kêm bike û operasyoneke mezin a paşveşandinê bike.
Wezareta Ewlekariya Navxweyî Amerîkayê li ser bernameya dema birêveberiya John Biden got ku ew “demkî” bû û statuyeke daîmî nade.
Welcome.US, ku rêxistineke ji bo piştgirîkirina penaberan e û di 2021ê de hatiye damezrandin, bang li koçberan kir ku bi lez bi parêzerên koçberiyê bişêwirin.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.




