Balafirên Îsraîlê li bejahiya Quneytrayê ya li başûrê Sûriyeyê dan

Balafirên Îsraîlê li bejahiya Quneytrayê ya li başûrê Sûriyeyê dan

PeyamaKurd – Çavdêrîya Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Îsraîl bi rêya bejahî û bi êrîşên esmanî derbasî bejahîya Quneytrayê ya li başûrê Sûriyeyê bû û her weha êrîş bir ser firokexaneya leşkerî ya Palmîrayê.

Piştî ku Tehrîr el-Şam (HTŞ) di Kanûna Yekem de li Sûriyeyê desthilatdarî girt, artêşa Îsraîlê dest bi berfirehkirina hebûna xwe li Sûriyeyê kir û êrîşên xwe zêde kir.

Derbarê sedema vê pêşveçûnê de her weha derbarê vê yekê de bê ka heta kengê hêzên Îsraîlî li herêmê bimînin, tu agahî nînin.

SOHRê her weha ragihand ku komek hêzên Îsraîlê ku ji wesayitên zirxî û maşînan pêk tê, îro ber bi derdora bakurê gundê Maariyayê li devera Hewzeya Yermûkê ya çolbira rojavayê Dera’ayê bi pêş ve çûn. 

SOHRê ragihand ku tu pevçûn nehate belgekirin.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.