Li navendên CHPê dengdana namzediya Îmamoglu dest pê kir

Li navendên CHPê dengdana namzediya Îmamoglu dest pê kir

PeyamaKurd –Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku xwe wekî namzedê hilbijartinên serokomariyê CHPê destnîşan kiribû, ji 19ê Adarê ve ji ber du doz û lêpirsînên cuda hatiye binçavkirin û çav li rê ye îro Yekşemê biryara girtin an jî berdana wî bê dayîn. Dozgeriya Stenbolê îro danê sibehê piştî îfadeyan Îmamoglu jî di nav 92 kes ji bo bêne girtin sewqî dadgeha li Çaglayan a Stenbolê kir. Li derveyî dadgehê jî protesto berdewam dikin.

 Partiya Komarî ya Gel (CHP) wekî ku beriya niha biryar hatibû dayîn, îro 23yê Adarê li navendên partiyê yên 81 bajaran sindoqên dengdana diyarkirina namzedê xwe yê Serokomariyê danîn.

Dengdana pêşhilbijartina namzedê serokomariyê ku tenê navê Îmamoglu hatiye tomarkirin, ji 08:00ê sibehê ve dest pê kir û dê heta 17:00ê êvarê dewam bike.

Hate ragihandin ku 800 sindoq ji bo dengdanê hatine danîn û dê ji bilî delegeyên partiyê welatiyên din jî bikarin ji bo namzediya Îmamoglu deng bidin. Dê encamên dengdanê jî îro êvarê bêne eşkerekirin.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.