Amerîka balafira şer ya nesla nûh ya F-47 da nasîn

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump balafira nû ya xwediya taybetmendiyên xas ya şer ya bi navê F-47 ya nesla nû da nasîn. Trump got ku leza wê, şiyanên manewra wê bêhempane. Hem li ser girtina wezareta perwerdê û teşekirina dezgeyên din yên hukumetê de agahiyan da.
Dema Trump û wezîrê berevaniyê Pete Hegseth bo rojnamevanan ragihandinan kirin, di wexta balafira şer ya nûh ya F-47 da nasîn de, Trump got:
“Ji aliyê temamê taybetmendiyên balafireka şer de, berya niha ti kesekî balafireka weha nediye.”
Balafira şer ya F-47 wê ji aliyê şîrketa Boeingê de bê hilberîn. Trump got ku taybetmendiyên balafirê yên xef hene û weha dewam kir:
“Ji leza wê heya şiyanên manewra wê, heya hilgirtina barê wê, ti tişt nikare xwe nêzî wê bike.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.




