Dadgehê dawî li wezîfa serokê baroya Îstenbolê û endamên rêvebiriya wê anî

PeyamaKurd – Dadgeha Sulh Cezayê ya 2em ya Îstenbolê dawî li wezîfa serokê baroya Îstenbolê İbrahim Özden Kaboğlu û 10 kesên di rêvebiriyê de ne anî.
Doza di derbarê rêvebiriya baroyê de an ku serokê baroyê û 10 endamên rêvebiriyê de hatibû vekirin, sedema dozê; ‘propoganda rêxistina terorê’ nîşan dabûn.
Kesên rêvebiriya baroyê yên di debarê wan de doz hatibû vekirin; serokê baroya Îstenbolê İbrahim Özden Kabaoğlu, ji rêvebiriya baroyê Rukiye Leyla Süren, Hürrem Sönmez, Ahmet Ergin, Metin İriz, Mehmedali Barış Beşli, Yelda Koçak Urfa, Fırat Epözdemir, Ezgi Şahin Yalvarıcı û Bengisu Kadı Çavdar bûn
Piştî parastina serok û rêvebiran ya ji aliyê parêzerên baroyê de, dadgehê biryara xwe ragihand.
Sedema vekirina dozê ew bû ku li ser kuştina 2 rojanamevanên di 21.12.2024an de li Rojavayê Kurdistanê hatibûn kuştin yên bi navên Nazım Daştan û Cihan Bilgin, di ser hesabê baroyê yê medya civakî de daxwuyanî dabûn û goya her dû rojnamevan endamên PKKê ne û firariye dewleta Tirkiyê bûn e.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.




