Êrîşekî çekdarî kirin ser balyozxana Iraqê ya li Îstenbolê

Êrîşekî çekdarî kirin ser balyozxana Iraqê ya li Îstenbolê

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Iraqê ragihand ku kesên nasnama nenas êrîşekî çekdarî kirine ser balyozxana Iraqê ya li Îstenbolê. Di êrîşê de zerara can an birîndarî nebûye û êrîşker bi motorsîkletê reviyane. Wezaretê weha got:

“Roja Înê seet li dora 21.00an de kesên nasnama wan nediyar li motorsîkletê siwar, bi çekan êrîşê avahiya konsulxanê kirine. Êrîşker çeka Kalaşnikofê bikaranîne, ji pêşiya avahiyê de 8 gule bera avahiyê dane û reviyane.”

Li gor daxwuyaniyê; piştî bûyerê rayedarên balyozxanê çûne balyozxanê û hêzên asayîşê li ciyê bûyerê li delîlan digerin. Wezareta Iraqê ragihand ku divê li gor peymanên navdewletî, parastina balyozxanê bê zêdekirin û êrîşker bên desteserkirin.

Balyozxane, sipasiya rayedarên asayîşa Tirkiyê kirin ku bilez mudaxeleyê bûyerê kirine û tedbîrên ewlehiyê sitendine.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.