Hêzên Koalîsyonê li Dêrazorê tetbîqat û dewriyeyên leşkerî pêk anîn

Hêzên Koalîsyonê li Dêrazorê tetbîqat û dewriyeyên leşkerî pêk anîn

PeyamaKurd – Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞê, duh, êvara Înê, (21.03.2025) li gundewarên Dêrazorê, tetbîqatên leşkerî û dewriye pêk anîn.

Çavkaniyekî leşkerî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand got ku Koalîsyonê li baregeha xwe ya li qada petrolê ya El-Omarê, bi qasî 3 saetan dewriyeyên dirêj pêk anîn.

Hat ragihandin ku li gel çekên pêşketî, topbaran û gersnfirokeyên bêpîlot û balafirên şer li ezmanan jî di tetbîqatê de hatin kirin.

Herwiha, çavkaniyî destnîşan kir ku hêzên Koalîsyonê li 7 gundên Dêrazorê dewriye kirin, ji baregeha xwe ya li qada Conocoyê dest pê kirin û di nav bajarokê Xişamê re derbas bûn.

Çavkaniyî tekez kir ku Koalîsyonê di van demên dawî de tetbîqat û libergiriyên xwe yên leşkerî li Dêrazorê zêde kirine piştî hatina piştgiriyên leşkerî û lojîstîkî yên girîng bo baregehên wê yên li herêmê.

 

 

 

 

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.