Mansur Yavaş sivikatî li Ala Kurdistanê kir: Baroya Wanê gilî kir

Mansur Yavaş sivikatî li Ala Kurdistanê kir: Baroya Wanê gilî kir

PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş, di axaftina xwe ya şevê din a li mîtînga Stenbolê bo piştgiriya Ekrem Îmamoglu de, sivikatî li Ala Kurdistanê ku di Newrozan de hatiye hildan kir û wekî paçekî beredayî nîşan da. Herwiha Yavaş bertek nîşanî polîsan jî da ku li ahengeke Newrozê şekir dabûn zarokan.

Yavaş di axaftina xwe bal kişand ser pîrozbahiyên Newroza Diyarbekirê û got: "Doh li cihekî li Rojhilatê (Bakurê Kurdistanê) alayên ku li gorî min paçek bûn dihatin hejandin. Dema ku polîsan li wir û şekirên pemboyî didan xelkê ez vê yekê li vir rast nabînim. Em ji hêzên ewlehiyê hêvî dikin ku li vir jî şekirên pemboyî pêşkêşî xortan bikin."

Gotinên Yavaş û betehemuliya wî ya li hemberî nirx û sembolên Kurdan bû sedema bertekan û Baroya Wanê jî kete tevgerê.

Baroyê diyar kir ku polîsan dema Newroza Şirnexê şekirên pemboyî dane zarokan lê Yavaş vê yekê wekî sûc nîşan dide û ragihand: "Baroya me dê ji ber van gotinên Mansur Yavaş li cem Serdozgeriya Komara Stenbolê giliyê wî bike. Em helwesta Mansur Yavaş a bêrêz û lêsorker a li hemberî gelê Kurd şermezar dikin û em dê şopînerê vê pêvajoyê bin.”

Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.