Kongreya Kurdî reşnivîsek ji bo destûra Sûriyê amade kir

Kongreya Kurdî reşnivîsek ji bo destûra Sûriyê amade kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku xalên reşnivîsa belgeya siyasî ya ku ji aliyê komîteya amadekar a “Kongreya Kurdî” li Sûriyeyê ve hatiye amadekirin, hatin belavkirin, ku nêrîneke ji bo qada niştimanî ya Sûrî û qada neteweyî ya Kurdî lixwe digire.

Komîteya amadekar ya “Kongreya Kurdî” ji Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û partiyên din ên Kurdî yên ji derveyî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) pêk tê. Li gorî komîteyê, heta niha ENKSê helwesta xwe ji bo beşdariya tê de yekalî nekiriye.

Çarçoveya Niştimanî ya Sûrî

Di reşnivîsê de hatiye diyarkirin, Komara Sûriyeyê dewleteke demokratîk e ku xwedî gelek netew, çand, ol û mezheban e û di destûra xwe de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê ji Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Çerkez, Tirkmen, Elewî, Durzî, Êzidî û Xiristiyanan garantî dike.

Di xala duyem a reşnivîsê de hat destnîşankirin, divê dewleta Sûriyeyê pabendî belge û peymanên navdewletî, mafên mirovan û prensîpa welatîbûna yeksan be, sîstema desthilatê li Sûriyeyê parlemanî be û pirrengiya siyasî, veguhestina desthilatê bi awayekî aştiyane û cudakirina desthilatan qebûl bike. Herwiha Sûriye bibe dewleteke nenavendî ya siyasî û dabeşkirina dadwerane ya desthilat û samanan di navbera navend û herêman de garantî bike.

Çarçoveya Neteweyî ya Kurdî

Reşnivîsa siyasî daxwaza pejirandina destûrî ya yekitiya îdarî û siyasî ya herêmên Kurdî dike. Divê destûra Sûriyeyê mafên siyasî, çandî, civakî û aborî yên gelê Kurd garantî bike û taybetmendiyên dîrokî û demografî yên resen ên herêmên Kurdî biparêze.

Herwiha di reşnivîsê de hatiye gotin, hebûna niştimanî ya gelê Kurd li Sûriyê wek miletekî resen li ser axa xwe ya dîrokî qebûl bike, û mafên wî yên niştimanî di destûrê de, li gor belge û peymanên navdewletî garantî bike.

Di belgeyê de herwiha tê xwestin ku zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî li welat wek zimanê fermî bê qebûlkirin û hînkirin û hînbûna bi wî zimanî bê misogerkirin. Herwiha divê Rêveberiya û saziyên wê yên îdarî û ewlekarî weke modelek ji bo nenavendîbûnê û çareseriya pirsgirêkên cihêrengiyên neteweyî, etnîkî, olî û mezhebî li Sûriyeyê bê naskirin.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.