Baroya Diyarbekirê, bi daxwuyaniyekî destekê da baroya Îstenbolê

PeyamaKurd – Serokê baroya Diyarbekirê parêzer Abdulkadir Güleç, bertekê nîşanî biryara dadgeha Sulh Cezayê ya Îstenbolê ya 2em da ku rêvebiriya baroya Îstenbolê ji ser kar girt û di şûna wê de qeyûm danî. Baro, biryarê wekî derbe bi nav kir û got ku divê baro serxwebûna xwe biparêzin, rêz li desthilata hûqûqê bigrin û dadweriyê pêkbînin. Abdulkadir Güleç got:
“Hûqûq, serê xwe ji ti hêzê re daneyne. Em ê heya dawiyê li hemberê vê bêhûqûqiyê û neheqiyê rawestin. Bo serxwebûna baroya Îstenbolê û temamê baroyên din, wê têkoşîna me dewam bike. Ti zor û mudaxele nikare me ji bergiriya hûqûqê û edaletê paşde bihêle.”
Serokê baroya Diyarbekirê Abdulkadir Güleç, bi gelek parêzeran re civîna çapemeniyê li dar xist û sitendina rêvebiriya baroya Îstenbolê û serokê wê, wekî derbe binav kir û li hemberê siyasîkirina hûqûqê derket.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.




