Balyozê Îtalya li Iraqê: Em dixwazin li Kurdistanê di gelek beşên cuda de sermayeguzariyê bikin

PeyamaKurd - Balyozê Îtalya li Iraqê Nicolo Fontana ragihand ku kompanyayên welatî wî dixwazin li Herêma Kurdistanê di gelek warên cuda de sermayeguzariyê bikin.
Nicolo Fontana ji K24ê re ragihand, ku ew kêfxweş e ku çend rojan li Hewlêrê ye û got, "Pêwendiyên me yên baş li gel Herêma Kurdistanê hene, mebesta me pêşxistina wan pêwendiyan e, lewma her du mehan carekê ez ji Bexdayê têm Herêma Kurdistanê, ji ber ku li gorî min derfetên baş ji bo karkirina hevbeş hene."
Fontana da zanîn ku niha çend kompanyayên Îtalî li Hewlêr û Silêmaniyê hene û got: “Em bi kêfxweşî dibînin ku daxwazeke mezin bo kelûpel û berhemên Îtalî bi taybetî cil û berg û kelûpelên malê heye.
Nicolo Fontana diyar kir ku kompanyayên Îtalî dikarin di warên tendirustî, avadankirin û bermahiyên jîngehê yên Herêma Kurdistanê de sermayeguzariyê bikin û ew jî dixwazin weke Îtalya li Herêma Kurdistanê hebûna xwe ya erênî nîşan bidin.
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.




