Rayedarên Iraqê red dikin îdîayên hebûna Hûsiyan ya li Bexdayê û deverên din

Rayedarên Iraqê red dikin  îdîayên hebûna Hûsiyan ya li Bexdayê û deverên din

PeyamaKurd – Hikûmeta Îraqê ew nûçe red kirin ku dibêjin grûpa Hûsî ya Yemenê li paytexta Iraqê ofîsên wê yên operasyonê hene.

Rojnameya Eşerq El-Ewset ku navenda wê li Londonê ye, îdia kir ku Hûsiyan ofîsên xwe yên li Bexdayê vala kirin, piştî hişyariyên Îranê yên ji bo pêşîlêgirtina li aloziyên bi Amerîkayê re.

Li gorî nûçeya rojnameya Eşerq El-Ewset ku ji çavkaniyên Iraqî hatiye wergirtin, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Îranê Îsmaîl Qanî bang li serkirdeyên milîsên Iraqê kir ku xwe ji kiryarên provokatîf bi dûr bixin û hişyarî da ku êrişên hewayî yên Amerîkayê yên li ser çeperên Hûsiyan, çêdibe ku di demeke nêzîk de derbasî Iraqê jî bibin.

Di raporê de her weha hat gotin ku Hûsiyan ofîsa xwe ya sereke ya li navenda Bexdayê girtiye û tê çaverêkirin ku 2 ofîsên din jî di demeke nêz de ji ber zextan Iraqê bigire.

Lê belê rayedarên Iraqê îdia dikin ku li Bexdayê hebûn û çalakiyên bi vî rengî yên Hûsiyan nîne.

Pêncşema borî, Yekîneya Medyayî ya Ewlekariyê ya Iraqê ew nûçe red kirin ku dibêjin Hûsî kampeke rahênanê li parêzgeha Diyalayê bi kar tînin.

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.