MASAK bersiva serokê CHPê Özgür Özel da

MASAK bersiva serokê CHPê Özgür Özel da

PeyamaKurd – Serokê CHP a Tirkiyê Özgür Özel di çalakiya îro ya bo girtina şaredarê bajarê mezin yê Ekrem İmamoğlu protesto bike, li dijî rapora MASAKê daxwuyanî da. Li ser daxwuyaniya Özel MASAKê got:

“Rapor tenê bo serokê MASAKê tê pêşkêşkirin û pêşkêşî ti meqamên din nayên kirin. Kîjan maqam daxwaza raporê kiribe, em raporê raste rast jê re dişînin. Me 7 raporan amade kir û şand bo meqamên edlî. 3 ji, wan bi îmza cîgirên pisporan yên ku erkdarin û yên din bi îmza pispor û cîgirên pisporan yên erkdarin û tev bi îmzayên cot hatine amadekirin.”

MASAK (Heyeta Lêkolîna Sûcên Malî) ragihand ku di raporan de bêhtir daxwazên hêzên asayîşê û yên meqamên edlî cîh girtine an ku bersiva pirsên wan di raporan de dane. Temamê raporan li ser rêje û doneyan hatine amadekirin.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.