Der barê Egîtîm-Senê de lêpirsîn hat destpêkirin

Der barê Egîtîm-Senê de lêpirsîn hat destpêkirin

PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarê ya Stembolê ragihand ku der barê Lijneya Îdareya Navendî ya Egîtîm Senê de lêpirsîn daye destpêkirin ku roja Sêşemê der barê wê de diyar kiribû xizmetê hilnaberîne.

Der barê endamên Lijneya Îdareya Navendî ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) de, bi îdiaya ku li nerazîbûnên civakî derxistine, bêyî şert û mercên qanûnî banga grevê kirine, bi sûcê ”bi eşkereyî teşwîqkirina sûcê’ lêpirsîna bi erka fermî hat destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê endamên Lijneya Îdareya Navendî ya Egîtîm-Senê û bikarhênerên wê yên hesabên medyaya civakî de bi hinceta “bi eşkere teşwîqkirina sûc”, bi hinceta ku li ser hesabê medyaya civakî ya Egîtîm-Senê bang hatiye kirin ku bêyî şert û mercên grevê yên qanûnî bûyerên civakî provoke bike, lêpirsînek hat vekirin.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.