Fermandarekê payebilind yê Hizbullahê li Lubnanê hat kuştin

Fermandarekê payebilind yê Hizbullahê li Lubnanê hat kuştin

PeyamaKurd – Hêzên Hewayî yên Îsraîlê (IAF) ragihand ku wan duh êvarî li Başûrê Lubnanê êrîşek li dar xist ku fermandarê Hizbullahê, Hesen Kemal Xelawî, di tê de hat kuştin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya IAFê ku li ser medyaya civakî hate weşandin, Hesen Kemal Xelawî di dema şer de gelek planên terorî li dijî dewleta Îsraîlê piştgirî kirine.

Ew berpirsiyarê şandina endamên Hizbullahê ya li Başûrê Lubnanê û peydakirina çekan ji bo wê rêxistinê bû. 

Di van mehên dawî de jî, Xelawî berdewam kiriye ku li dijî hundirê Îsraîlê planên terorîstî piştgirî bike. IAFê diyar kir ku çalakiyên wî yên terorî ji bo dewleta Îsraîlê û welatiyên wê gefxwarî bûn.

 

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.