Neberd Omer: Lîsteya dengdêran a Herêma Kurdistanê bi pergala Biyometrîk nû dibe

Neberd Omer: Lîsteya dengdêran a Herêma Kurdistanê bi pergala Biyometrîk nû dibe

PeyamaKurd – Komîsyona Hilbijartinên Iraqê û ya Herêma Kurdistanê lîsteya dengdêran bi pergala biometrîk nû dike. 

Neberd Omer, Rêveberê Ofîsa Komîsyona Hilbijartinên Herêma Kurdistanê, diyar kir ku mehek ji bo tomarkirinê hatiye diyarkirin û lîsteya tomarên li Helebçeyê jî li ser a Silêmaniyê dê bên zêdekirin.

175 navendên dengdanê dê vebin ji bo dengdêrên nû û veguheztina navend an parêzgehan, lê Kerkûk, Mûsil, Selahedîn û Enbar ji ber madeya 140ê ya destûrê nayên veguheztin. 

Neberd Omer got ku pirsgirêkên biyometrîk dê çareser bibin, navên koçberan dê jê bê birin. Niha 2 milyon û 850 hezar dengdêr li Kurdistanê hene.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.