"Em di hevdîtinên di navbera HSD û Şamê de pêşketinan dibînin"

"Em di hevdîtinên di navbera HSD û Şamê de pêşketinan dibînin"

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir O. Pedersen tekezî li ser vegerandina baweriyê di navbera gel û civakên Sûriyeyê de kir.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) roja Sêşemê 25ê Adara 2025an li ser mijara Sûriyê civiya.

Pedersen da zanîn ku bûyerên li bajarên peravê yên Sûriyeyê diqewimin, nîgeraniya li ser siberoja welêt zêde kiriye û got, di êrîşên çekdarî de gelek kes hatine kuştin û ev jî bûye pirsgirêkeke ewlehiyê li welêt.

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Geir O. Pedersen têkildarî qetlîamên li bajarên peravê şermezar kir û got, "Ji bo tespîtkirina berpirsyarên rastî yên qetilkirina sivîlan pêwîstî bi lêkolîneke berfireh heye.

Raportên kuştina sivîlan ji aliyê şervanên rêjîma kevin û hikûmeta nû ya Sûriyê ve hene û ev yek xemgîn e."

Pedersen, anî ziman ku divê di nava 30 rojan de komîsyoneke serbixwe ku ji endamên hemû partiyan pêk tê bê avakirin û hemû rastiyan bên eşkerekirin.

Pedersen got, "Lêpirsîn divê li gorî pîvanên navneteweyî be, şefaf, bi bandor, berfireh û serbixwe be û şahidan neyên tehdîdkirin û jiyana wan bê parastin."

"Em di hevdîtinên di navbera HSD û Şamê de pêşketinan dibînin. Em pêşwaziya lihevkirina di navbera wan de dikin. Em ê piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li welêt bidomînin." Pedersen anî ziman ku Şera û Abdî hatin cem hev û peymanek ji 8 madeyan pêk tê îmze kirin.

Pedersen, diyar kir ku şer û pevçûnên li bajar û bajarokên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de hîn bi dawî nebûne û got, "Di navbera HSDê û hin komên din de şer û pevçûn diqewimin û êrîşên Tirkiyeyê didomin. Hefteya borî jî Tirkiyeyê êrîşî herêmên di bin kontrola HSDê de kir, Tirkiye jî êrîşên xwe yên li ser herêmên di bin kontrola hêzên Kurdan de didomîne."

 
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.