Şêwirmendekî Parlamentoyê: Piştî cejna Remezanê dê parlamento bicive

PeyamaKurd – Şêwirmendê Parlamentoya Kurdistanê Zeydo Bedrî diyar kir ku mijara rûniştina Parlamentoya Kurdistanê têkildarî rêkeftina pêkanîna hikûmetê û gotûbêjên PDK û YNKê ye. Ji bo wê jî piştî rêkeftina dawiyê ya li ser peywiran parlamento dê bicive.
Piştî civînên vê dawiyê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanperwerên Kurdistanê (YNK) pêk hatin, zanyarî belav bûn ku piştî cejna Remezanê gotûbêjên zelalkirina peywiran û destnîşankirina berbijêran dê dest pê bike.
Di vê derbarê de şêwirmendê parlamentoyê Zeydo Bedrî ragihand:
“Pêşbînî tên kirin ku piştî cejna Remezanê Parlamentoya Kurdistanê dê bicive, ji ber qonaxa gotûbêjên PDK û YNKê yên ji bo dabeşkirina peywiran dimîne piştî cejnê û aşkera ye rûniştina parlamentoyê jî têkildarî pêkanîna hikûmetê û bi taybetî jî têkildarî gotûbêjên PDK û YNKê ye. Ji ber peywira Serokê Parlamentoyê di çarçoveya pêkanîna hikûmetê de ye.”
Wî her weha got:
“Heta niha demek nehatiye diyar kirin, piştî cejna Remezanê rasterast Parlamentoya Kurdistanê ji bo hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoyê bicive, lê eger rêkeftin ji bo peywiran bê kirin, wê demê parlamento dê bicive.”
Zeydo Bedrî dirêjî da axaftina xwe ku “Pir zehmet e civîna parlamentoyê ya ji bo hilbijartina desteya serokatiyê bê kirin û heta PDK û YNK li ser pêkanîna kabîneya 10em a hikûmetê li hev nekin çênabe. Ji bo yekem rûniştina Parlamentoya Kurdistanê PDK û YNKyê berbijêrên xwe yên ji bo peywirên Desteya Serokatiya Parlamentoyê diyar kirine, lê ne diyar e bê rêkeftin û lihevkirin li navekî çawa hatine kirin.”
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.




