MÊRDÎN - Şivanê birûskê lê xist can da

PeyamaKurd – Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê şivanê ku birûskê lê da canê xwe ji dest da.
Doh li Taxa Çadirliyê dema ku ajalên biçûk diçêrand, birûskê li Vedat Çakilê 27 salî xist.
Li ser agahdarkirinê 112 tîmên tenduristiyê yên lezgîn sewqî herêmê kirin.
Di lêkolîna ekîba tenduristiyê de hat diyarkirin ku Çakil canê xwe ji dest daye.





