"Qazî Mihemed û hevalên wî destaneke mezin a welatparêziyê nivîsandin"

"Qazî Mihemed û hevalên wî destaneke mezin a welatparêziyê nivîsandin"

PeyamaKurd – Hevsoraka DBPê û Parlamentera Partiya DEMê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di derbarê 78. salvegera darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî de peyamek bîranînê belav kir.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê belav kir de diyar kir û got:

Qazî Mihemed û hevalên wî ku sembolên kevneşopiya berxwedaniya Kurdistanê ne, destaneke mezin a welatparêziyê nivîsandin. Em wan di 78. salvegera darvekirina wan de careke din bi rêzdarî bi bîr tînin.

Komara Kurdistanê ya ku di encama têkoşîna wan a fedakar de hat avakirin, tevî ku piştî demeke kurt hilweşiya, hêviya azadiya gelê Kurd zêde kir û îradeya avakirina welatekî wekhev û demokratîk heta îro zindî kir.

Têkoşîna bi israr a Qazî Mihemed û hevalên wî û bedelên giran ên li Meydana Çarçira dan, bêguman di dîroka berxwedanê de qonaxeke bi nirx nîşan dide. Têkoşîna mafdar a li dijî hêzên hegemonîk îro jî li çar parçeyên Kurdistanê didome. Em ê mîrateya wan biparêzin û heta bigihêjin azadiyê em ê têkoşîna xwe ya bi biryar bidomînin.

< > Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.