Peyama sersaxiyê ya Nêçîrvan Barzanî ji bo “Belên Salih”

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya rojnamevana Kurd Belen Salih sersaxî ji Serokomarê berê yê Iraqê Dr. Berhem Salih û ji malbata wî re xwest.
Doh Yekşemê 30.03.2025 Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got: Bi boneya koça dawî ya rojnamevan Belên Salih hevxemiya xwe pêşkêşî birayê xwe yê hêja Dr.Berhem Salih dikim.
Nêçîrvan Barzanî hêviya sebir û sebrê ji malbata kesûkar re xwest û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji xwedayê mezin hêvî dikim ku bi dilovanî û hezkirina xwe aramiyê li giyanê wefat bike û sebrê bide malbata wî.”
Herwiha balkişand li ser wê yekê ku Belên Salih navekî girîng e ji bo medya û gelê Kurd û got, "Rehmetî Belên Salih weke rojnamevaneke navdarê gelê Kurd û zarokê malbateke têkoşer li Kurdistanê, hertim xizmeta doza rewa ya gelê Kurdistanê kiriye û cihê xwe ji bo xwe çêkiriye. Bila ruhê wê di aramiyê de be û bîranîna wê her dem sax be."





