Serokê Baroya Wanê ji bo gilîkirina bo Ala Kurdistanê ji Mesrûr Barzanî wekalet xwest

Serokê Baroya Wanê ji bo gilîkirina bo Ala Kurdistanê ji Mesrûr Barzanî wekalet xwest

PeyamaKurd – Serokê Baroya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê Prz. Sînan Ozaraz, li ser heqaret û sivikatiyên bo Ala Kurdistanê kete tevgerê û ji Serokwezîr Mesûr Barzanî jî wekalet xwest daku dozê li aliyên sivikatiyê dikin veke.

Ozaraz li ser hesabê xwe yê Xê bal kişand ser sivikatî û heqaretên nijadperestên Tirk bo Ala Kurdistanê û ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo dozvekirinê wekalet xwest.

Parêzer Ozaraz got, “Di demên dawî de kesên li dijî gelê Kurd tawana kîn û nefretê dikin, hevdem heqaretê li Ala Kurdistanê jî dikin û xala zagonê ya TCK 341ê binpê dikin.

Ger Birêz Mesrûr Barzanî wekaleta xwe bide, ez beyan dikim ku ezê giliyê dozê li wan kesan bikim.”

 

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.