Di hilbijartinên Fînlandayê de 9 Kurd berbijêr in

Di hilbijartinên Fînlandayê de 9 Kurd berbijêr in

PeyamaKurd – Ji bo Hilbijartinên Encûmena Şaredariyan a welatê Fînlandayê 9 Kurdên parçeyên cuda yên Kurdistanê, bi lîsteyên cuda beşdar dibin.

Tewar Salarî ku keçeke kurd a Rojhilatê Kurdistanê ye û li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê jidayik bûye, di du saliya xwe de tevî malbata xwe koçî Fînlandayê kiribû, niha ew jina Kurd 29 salî ye û di siyaseta Fînlandayê de çalak e û Cîgira Seroka Partiya Sosyal Demokrat e ku yek ji partiyên herî bihêz ên wî welat ye.

Tewar Salarî ji K24ê re gotiye, siyaseta derve ya partiya wê giringiyê dide doza Kurd, Kurdistan û Rojhilata Navîn û parastina mafên mirovan û diyar kir, wê xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan kiriye namzed.

Berbijarekî din yê Partiya Sosyalîst Demokrat, yê bi navê Burhan Ehmedî dibêje, divê dengê biyaniyan di encûmenên şaredariyan de bihêztir bibe, da ku bikarin nûneratiya gelê xwe bikin û dengê xwe bidin partiyên ku piştevaniya biyanî û penaberan dikin.

Namzedên Kurd ên beşdarî hilbijartinên şaredariyên Fînlandayê dibin ev in:

1- Mohîs Ezîzî: Ji Rojhilatê Kurdistanê ye û berbijarê Partiya Hevpeymaniya Niştimanî (Kokumus) bo Şaredariya Turku ye.

2- Şahîn Zade Ehmed: Ji Rojhilatê Kurdistanê û namzedê Partiya Sosyal Demokrat bo Şaredariya Turku ye.

3- Ferzende Qaderî: Ji Rojhilatê Kurdistanê ye û namzeda Partiya Sosyal Demokrat bo Şaredariya Turku ye.

4- Semîra Nûrî: Ji Rojhilatê Kurdistanê ye û namzeda Partiya Sosyal Demokrat bo Şaredariya Turku ye.

5- Tewar Salarî: Ji Rojhilatê Kurdistanê ye û namzeda Partiya Sosyal Demokrat bo Şaredariya Turku ye.

6- Burhan Ehmedî: ji Rojhilatê Kurdistanê û namzedê Partiya Sosyal Demokrat bo Şaredariya Turku ye.

7- Ebdulqadir Cafer: Ji Rojavayê Kurdistanê û namzedê Partiya Sosyal Demokrat bo Şaredariya Lahtî.

8- Kerîm Hebîbî: Ji Rojhilatê Kurdistanê ye û namzedê Partiya Sosyal Demokrat bo  Şaredariya Vaasa ye.

9- Afşîn Weysî: Ji Rojhilatê Kurdistanê ye û berbijarê Partiya Yekîtiya Çep a Fînlandayê ji bo Şaredariya Raisio ye.

 

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.