Mesrûr Barzanî salvegera Partiya Komunîst a Kurdistanê û Iraqê pîroz kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdisatanê Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina her du Partiyên Komunîst a Iraq û Kurdistanê pîroz kir û got ku dîrokeke wan a dirêj di têkoşîna ji bo azadiyê de heye.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, 31ê Adarê bi boneya 91 saliya damezrandina her du partiyan peyamek pêşkêşî sekreter û endamên komîteya bavendî ya her du partiyan kir.
Mesrûr Barzanî got:
“Partiya Komunîst a Iraqê û Partiya Komunîst a Kurdistanê dîrokeke wan a dirêj di têkoşîna ji bo azadiyê û parastina maf û daxwazên rewa yên gelê Iraqê û bi taybetî yê gelê Kurdistanê de heye.”
Di peyama xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî de anî zimên:
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.“Ez hêviya serkeftinê di xebata wan a ji bo parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê û xurtkirina prensîbên azadî û demokrasiyê li Iraqê, ji wan re dixwazim.”





