Piştî ENKSê TEV-DEMê jî hikûmeta nû ya Sûriyê red kir: Wekî rejîma Baas e

PeyamaKurd – Piştî Encûmena Niştimaniya Kurd (ENKS) Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku bi pêşengiya PYDê hatiye avakirin jî bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li hemberî hikumeta nû ya desthilata Şamê eşkere kir.
TEV-DEMê diyar kir, hikûmeta ku nû hatiye ragihandin nûnertiya gelê Sûriyê nake û da zanîn, gavên desthilata Şamê tam wekî yên rejîma Baas in. Nexasim meşandina siyaset û hişmendiya paşguhkirina çand û pêkhateyên din ku ev jî derbeyeke mezin li armanc û hêviyên avakirina welatekî demokratîkên gelê Sûriyeyê de.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gavên pêşîn ên şaş ê encamên şaş û bi kareset bînin nexasim di mijarên girêdayî mafên gelan, demokrasî, mafên mirovan û azadiya jinan de û wiha hat gotin: "Ji konferansa serkeftinê de ku tê de komên çekdar ên terorîst beşdar bûne, kongreya diyaloga nîştîmanî ku tê de nûnerên rastîn ên pêkhateyan beşdar nebûn, danezana destûrî ya ku piraniya pêkhateyan û zêdetirî 40 rêxistinên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew red kiriye, heta bi ragihandina hikumeta demkî ku tê de nûnertiya gelan û pêkhateyan bi taybetî nûnertiya Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehat kirin, tev wekî şanoyên diyarkirina demokrasiyê wekî yên rejîma Baas bûn. Lê belê van gavan hişmendiya paşguhkirinê ya rêveberiya nû ya Şamê diyar dikin."
TEV-DEMê da xuyakirin, hikumeta nû hikumeteke yekalî ye û tê de kesayetên cuda tenê bi nav hatine bicihkirin û ew nikare nûnertiya gelê Sûriyeyê bike û Sûriyeya demokratîk û nenavendî ava bike.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên nîştîmanî û demokratîk, rêxistinên jinan, Neteweyên Yekbûyî (NY) û hêzên navneteweyî hat kirin ku oi hemberî avakirina Sûriyeya purreng, nenavendî û demokratîk xwedî li berpirsiyariya xwe ya rokî derkevin û hat diyarkirin ku hikumeteke ku tê de nûnertiya jinên azad û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayê kirin, tenê nûnertiya xwe dike.
Hêjayî gotinê ye, ENKS jî beşdarî ragihandina hikûmeta serdema veguhêz a Sûriyê nebû û bi daxuyaniyekê helwesta xwe nîşan dabû ku ew hikûmet bêyî beşdariya hemû aliyên siyasî û netewî hatiye avakirin û nûnertiyan kurdan û gelên din ên Sûriyê nake.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




