Wezîrê Fransî piştevaniya bo Herêma Kurdistanê dubare kir

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 31ê Adarê di Lûtkeya Ewlekariya Sînor a Brîtanyayê de, bi Wezîrê Navxwe yê Fransayê Bogno Ritalio re civiya.
Di hevdîtinê de, Rêber Ehmed spasiya Hikûmet û welatiyên Herêma Kurdistanê gihandin Wezîrê Navxwe yê Fransayê, ji bo pêwendî û piştevaniya berdewam a Fransayê ji doza rewa ya Kurdistanê re di qonaxên cuda yên dîrokê de.
Wezîrê Navxwe behsa rola Fransayê di warê piştevanîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de kir.
Wezîrê Navxwe yê Fransayê tekezî li ser piştevaniya hikûmet û gelê Fransa ji Herêma Kurdistanê re kir û rola Kurdistanê ya şerê li dijî DAIŞê û terorîst û torên tawankar bilind nirxand.
Lûtkeya Ewlekariya Sînorî îro 31ê Adarê bi fermî dest pê kir û berpirsên navxwe, dadwerî û ewlekariya sînor ên ji hejmareke mezin ji welatan tê de beşdar dibin.
Li ser vexwendina fermî ya Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed tevî hejmarek berpirsên hikûmetê li Londonê beşdarî lûtkeyê bûne.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.




