Hinartina petrola Iraqê bo Amerîkayê zêde dibe

PeyamaKurd - Rêveberiya Agahiyên Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) diyar kir ku hefteya borî hinardekirina petrola Iraqê bo Amerîkayê zêde bûye.
Li gorî daxuyaniya ÇEDê di hefteya borî de ji 8 welatan rojane 5 milyon û 577 hezar bermîl petrol hat hinartin, di hefteya borî de ev hejmar 904 hezar bermîl kêm bû û bû 4 milyon û 673 hezar bermîl.
Hinartina petrola Iraqê bo Amerîkayê rojane 32 hezar bermîl zêde bû û ji 170 hezar bermîlan di heftiya borî de bû 202 hezar bermîl.
Kanadayê rojane 3,1 milyon bermîl petrol hinardeyî Amerîkayê kir, piştî wê Kolombiyayê bi 345 hezar bermîlan, Venezuela bi 319 hezar bermîlan û Erebistana Siûdî jî bi 218 hezar bermîlan di rêzê de ne.
Amerîka rojane 195 hezar bermîl ji Meksîkayê, 193 hezar bermîl ji Nîjeryayê û 63 hezar bermîl jî ji Brezîlyayê îtxal dikir.
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.




