Sûriye | Wê hikûmeta serdema veguhêz a Ehmed Şera ji 22 wezîran pêk bê

PeyamaKurd - Kanala El Cezîre ragihand ku şêwr û danûstandinên damezrandina hikûmeta veguhêz a Sûriyê di bin serokatiya Ehmed Şera de temam bûn.
Hate diyarkirin ku wê hikûmeta qonaxa veguhêz ji 22 wezîran pêk bê û di pêkanîna hikûmetê de jî pisporî, teknokrasî û jêhatîbûn bingeh bê girtin.
Herwiha hate ragihandin ku di pêkanîna hikûmetê de, wê komên etnîkî û olî li derve neyên hiştin û wê li gorî pisporî û ezmûna kesayetî di hikûmetê cî bigrin.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




