Encûmena Stenbolê wekîlê Îmamoglu hilbijart

Encûmena Stenbolê wekîlê Îmamoglu hilbijart

PeyamaKurd – Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê, li şûna Şaredarê girtî Ekrem Îmamoglu, wekîlê şaredar hilbijart.

Di hilbijartina îro 26ê Adarê ya Encûma Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de Nurî Aslan ê ji CHPê wekî wekîlê Ekrem Îmamoglu hate hilbijartin.

Meclisa Şaredariyê îro di çarçoveya biryarê de ji bo hilbijartina wekîlekî ku erkê Îmamoglu ji niha û pê ve bi rê ve bibe civiya.

Di her du gerên destpêkê yên hilbijartinê de ji ber nebûna rêjeya dengên piranî gera sêyem a hilbijartinê hate kirin.

Di gera sêyem de Nurî Aslan 177 deng bi dest xist û bû wekîlê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê. Hevrikê wî Zeynel Abîdîn Okul ê ji AK Partiyê jî 125 deng bi dest xistin.

Çi bûbû?

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 19ê Adarê bi tohmetên gendeliyê hat binçavkirin û 23yê Adarê jî bi biryara dadgehê hat girtin. Piştî girtinê Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ew ji kar dûr xist.

Parêzgariya Stenbolê biryar da ku Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wekîlekî li şûna Ekrem Îmamoglu hilbijêre.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.