Li Îranê di tatîla Cejna Newrozê de herî kêm 550 kes mirin

PeyamaKurd – Li Îranê di tatîla Cejna Newrozê de ku 14 roje bû, di qezayên trafîkê de herî kêm 550 kes mirin. Sedema çêbûna qezayên Newrozê piraniya wan ji ber bêheziriyê, derbasbûna li alava pêşiya xwe ya bi şaşî û ji ber lezêye.
Cejna Newrozê li Îranê wekî fermî tê pîrozkirin lê îsal piraniya ahenga Newrozê qedexe an asteng kirin. Cejn bi fermî 4 roje lê ji ber cejnê, di 14 rojan de trafîka navbera bajaran qelebalixekî zêde çêbû. Ji bilî miriyên 550 kesên di qezayan de, 13.300 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêjeya encama qezayên trafîkê de, rayedarê trafîka asayîşa Îranê Ahmed Keremiesed weha got:
“Mixabin heya vê sibê, di navbera 15-29ê Adarê de, 550 hemwelatiyên me di qezayan de mirin. Her weha ji 13.300 kesan zêdetir birîndar bûn. Di rêyên navbera bajaran de rojane ji yek mîlyonî zêdetir erebe îhlala leza rê kirine, piraniya qezayan ji bêheziriyê, dema li ereba pêşiya xwe derbas dibûn şaşî dikirin û lez jî ji sedemên qezayane.”
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.




