Nuri Aslan bû şaredarê bajarê mezin yê Îstenbolê

PeyamaKurd – Piştî şaredarê bajarê mezin yê Îstenbolê Ekrem İmamoğlu xistin zîndanê, di nav endamên meclisa şaredariya mezin de, hilbijatinê kirin û şaredarê navça Beylikdüzüyê Nuri Aslan kirin şaredar. Hat ragihandin ku di wexta İmamoğlu şaredarê navça Beylükdüzüyê bû ye, Nuri Aslan hevalê wî yê xebatê bûye.
Di dengdana meclisa şaredariya bajarê mezin de, di cara yekê de 301 kes dengên xwe bikaranîn û 5 ji wan dengan hatin betalkirin. Namzedê CHPê Nuri Aslan 173 dengan û yê AKPê Okul 123 dengan qezenc kir.
Di cara duyê de 302 kes dengan bikaranîn û ji wan 177 deng ji Aslan re derketin û yê namzedê AKPê Okul 125 dengan kar kir. Ji ber di dengadana meclisê de 2/3 dengan nestendin kes nebû şaredar. Di dengdana cara sêyem de, ji ber Nuri Aslan ji nîvê dengan zêdetir dengan sitend, bû şaredarê İBBê.
Nuri Aslan bi eslê xwe ji xelkê bajarê Sêwasê ye, di sala 1969an de li Sêwasê hatiye dinyayê, xwendina xwe li Îstenbolê kiriye û endazyarê keştiyaye. 2 dewreye ku endamê meclisa bajarê mezin yê Îstenbolê ye.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.




