Hejmara hilbijêrên Iraqê hate eşkere kirin

PeyamaKurd - Seroka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelayî, hejmara hilbijêrên Iraq û Herêma Kurdistanê yên di meha Cotmehê de dikarin beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin, eşkere kir.
Xelayî ragihand ku nêzî 30 milyon welatî dikarin di hilbijartinên parlamentoyê yên meha Cotmehê de dengên xwe bidin.
Herwiha Xelayî da zanîn ku tomarkirina navên nûjenkirî yên hilbijêran li 79 navendên hatine vekirin, berdewam dike.
Li gorî ragihandina Xelayî, 1 milyon welatiyên di salên 2007-2017an de hatine dinyayê jî dikarin dengên xwe bikar bînin.
Di hilbijartinên 2021ê yên Iraqê de, hejmara hilbijêran 25 milyon 139 hezar û 375 kes bû û ji wan 24 milyon û 352 hezar û 253 kesan deng dabû.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




