Wezîrê Îsraîlê: Plana êrîşa ser Xezeyê hat pejirandin

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku plana êrîşên ser Xezeyê hate pejirandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Berevaniyê de hat gotin ku Katz îro sibehê serdana bingeha leşkerî ya Lîwaya Xezeyê kiriye û bi rêveberiya leşkerî re civînek pêk anîye.
Hat ragihandin ku Wezîr Katz di vê civînê de planên êrîşên ku Îsraîl di 18ê Çileya 2025'an de piştî şikandina agirbestê dest pê kiribûn, pejirandiye.
Katz destnîşan kir ku armanca sereke ya wan ew e ku hemû girtiyên Îsraîlî yên di Hemasê bînin malên wan. Katz herwiha got ku eger ev pêk neyê, ew "erdên Xezeyê dagir dikin" û gefa bedlên mezin li Hemasê xwar.
Hat diyarkirin ku di civîna planên êrîşê yên bi navê "Operasyona Hêz û Şûr" de, hejmarek fermandarên îsraîlî beşdarî kirine.





