Îranê li Kendava Besrayê dest danî ser keştiyeke sotemeniyê

PeyamaKurd – Hate ragihadin ku hêzên deryayî yên Îranê li Kendava Besrayê dest danîne ser keştiyeke sotemeniyê ku 1 milyon lître sotemeniya qaçaxî tê de hebû.
Bêyî ku nasnameya keştiya sotemeniyê were eşkerekirin, berpirsên Îranê ragihandin ku Hêzên Pasevanên Sînor ên Îranê li Kendava Besrayê dest danîne ser keştiyeke sotemeniyê û 6 karmendên wê jî desteser kirine.
Hate diyarkirin ku bi qasî milyonek lître sotemeniya qaçaxî heye û lêpirsîna derbarê wê de didome.
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.




