DEM Partîyê ji hikûmetê xwest ji bo çekdanînê derbasî qonaxa duyem bibin

DEM Partîyê ji hikûmetê xwest ji bo çekdanînê derbasî qonaxa duyem bibin

 PeyamaKurd - Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullariyê di gotara xwe ya koma partiya xwe ya parlamentoyê de li ser pêvajoya bi banga Abdullah Ocalan a xwefesihkirina PKKê û çekdanînê hatiye destpêkirin got ku divê deshilat û dewlet derbasî qonaxa duyem bibe.

Tulay Hatîmogullariyê li ser pîrozbahiyên Newrozê diyar kir: "Me Newrozeke gelek girîng a bi beşdariya herî mezin a dîrok î dît. Me Newrozeke ku hêviyên aştî û demokrasiyê şîn bûne derbas kir. Ji aliyê din ve me ev Newroz di serdemeke ku zextên li ser gel zêde bûne û îradeya gel nayê naskirin de bi rê ve birin. Milyonanên ku li meydanên Newrozê kom bûbûn bi vê banga bilind deng bilind kirin: aştî, demokrasî û dad. Newroza sala 2025an bû Newroza ku agirê azadiyê geş bû û aştî ji aliyê gelan ve hat parastin.”

Hatimogullari li ser pêvajoyê jî bang li deshilata Tirkiyê kir û got, "Hin xalên bingehîn hene ku divê bi awayekî bi lez gav bên avêtin. Ji bo ku banga Birêz Ocalan ji aliyê rêxistina wî ve were bicihkirin, ji bo ku kongre bê lidarxistin divê bi awayekî bi lez zemîneyeke ewle were avakirin. Ev bi diyaloga ku dê bi Birêz Ocalan re bê avakirin dê were çareserkirin. Bi dabînkirina şert û mercên xebata azad a Birêz Ocalan dê pêşveçûn hebe. Birêz Erdogan gotibû 'Sînorekî krîtîk hat derbaskirin'. Erê, dema ku em li vê pêvajoyê binêrin sînorê krîtîk ê yekem hat derbaskirin. Divê ya ku sînorê duyem ê krîtîk derbas bike desthilat û dewlet be. Ji bo ku ev bang û zemîna wê bersiva civakî bibîne û were bicihkirin, avakirina zemîna ku sînorê duyem derbas bike dikeve ser mil û barê desthilat û dewletê. Em jî li hêviya derbasbûna vê sînorê duyem in.

Derbasbûna vî sînorî ne dijwar e. Ev sînor bi aqilekî hevpar, têgihîştina aştiya civakî, bicihnekirina kiryarên nedemokaratîk û xurtkirina zemîna demokratîk dikare were derbasbûn.

Daxwaz û hêviya me ya herî mezin derbasbûna vê sînorê, yanî sînorê duyem e."

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.