Rûsya: Îhtimaleke mezin wê agirbesta deryayî bi Ukrayna re bê îmzekirin

Rûsya: Îhtimaleke mezin wê agirbesta deryayî bi Ukrayna re bê îmzekirin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavro got, “Îmzekirina agirbesta deryayî bi Ukraynayê re bi navbeynkariya Amerîkayê ihtîmalek e bihêz e.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro 25ê Adarê ragihand, “Danûstandinên doh ên navbera Amerîka û Rûsyayê ku li Erebistan Siûdî, li ser parastina keştiyên Deryaya Reş bûn.”

Lavrov diyar kir, îmzekirina agirbesta deryayî ihtîmaleke bihêz e lê şertên wan hene û got, “Rûsya dixwaze wan hemû keştiyên kontrol bike ku di wê deryayê re derbas dibin, ji bo ku çek pê neyê veguhestin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê destnîşan kir, “Gelek asteng di rêya keştiyan de ji bo hinardekirina kelûpelan hene.”

Hêjayî gotinê ye, Rêveberiya Washingtonê jî beriya niha dabû xuyakirin ku civînên Rûsya û Amerîkayê erênî derbas bûne û pêşbînî tê kirin li van nêzîkan ragihandinek bê parvekirin.

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.