Li Xezzeyê hejmara miriyan ji 50 hezarî derbas bû

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê hejmara miriyan derket 50 hezar û 21an.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê ve hat dayîn de der barê kuştî û birîndarên di êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezzeyê dewam dikin de agahiyên dawî hatin parvekirin.
Hate diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 41 mirî û 61 birîndar rakirine nexweşxaneyan, hat ragihandin ku di êrîşên nû yên Îsraîlê de ji 41 cenazeyan 39 kesan canê xwe ji dest dane û 2 jî ji bin xirbeyan hatine derxistin.
Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li ser Xezzeyê canê xwe ji dest dan derket 50 hezar û 21an û hejmara birîndaran jî derket 113 hezar û 274an.
Herwiha hat destnîşankirin ku ji 18ê Adarê û vir ve ku artêşa Îsraîlê dîsa dest bi êrîşên li ser Xezzeyê kir, hejmara kesên canê xwe ji dest dane derket 673yan û hejmara birîndaran jî derket hezar û 233an.
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.




