Ji Koşka Spî daxuyaniya hevdîtinên Riyadê: Rûsya û Ukraynayê li hev kir

PeyamaKurd – Koşka Spî ragihand ku Rûsya û Ukraynayê li ser ewlehiya seyruseferê di Derya Reş de li hev kir.
Koşka Spî li ser danûstandinên Riyad a Erebistana Siûdî yên navbera şandên Rûsya-Ukraynayê yên bi navbeynkariya Amerîkayê de, daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniya ku derbarê hevdîtinê Riyadê yên 23-25ê Adarê pêk hatine, Rûsya û Ukraynayê li ser ewlehiya seyruseferê ya Deryaya Reş li hev kir.
Li gorî lihevkirinê, wê Deryaya Reş ji keştiyên bazirganî re vekirîbe, lê pêşî li keştiyên bazirganî yên kelûpelên leşkerî hildigrin bê girtin.
Koşka Spî ragihandiye ku wê Amerîka alîkarîyê bide ku Rûsya zad û madeyên kîmyewî bigihîne bazara cîhanê.
Herwiha di hevdîtinên aliyan de, daxuyaniya Trump a rawestadina şer û pêkanîna aştiya mayînde hatiye tekezkirin û soz hatiye dayîn danûstandinên bo çareseriyê berdewam bikin.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.




