Komîsyona Bilind: Hilbijartinên Iraqê 25ê Mijdarê têne kirin

PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku hemû amadekariyên ji bo hilbijartinên Iraqê temam bûne û wê hilbijartin di dema xwe de bên kirin.
Serokê Tîma Medyayî ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Îmad Cemîl îro 25ê Adarê eşkere kir, “Pêşbînî tê kirin ku hilbijartin di dema xwe de, 25ê Mijdara 2025ê bên kirin, ji ber ku Komisyonê hemû nexşerê ji bo wê rojê amade kirine.”
Cemîl got, “Em ji niha ve li ser nûkirina lîsta navan kar dikkin û pêdaçûn ji bo embaran tê kirin, ji bo piştrastbûna ji pêdivîtiyan û amûrên dengdanê ku zêdetirî 200 hezar amûran hatine dabînkirin.”
Îmad Cemîl ji bo dengdêrên şûntiliyên wan nayên xwendin jî diyar kir, “Ji bo roja dengdanê amûrên pêdivî hatine dabînkirin, ji bo ku ew dengder bikarin dengê xwe bidin.”
Herwiha li ser hejmara dengdêran jî ragihand, “Nêzî 28 milyon kesan di hilbijartinên bên ên Iraqê de mafê dengdanê heye, tenê ji bo îsal kesên ku sala 2007ê jî hatine ser dinyayê dengê xwe didin ku ew jî dibin milyonek kes. Pêşbînî tê kirin ku hejmar zêde bibe, eger ew dengderên ku pirsgirêk heye zanyariyên xwe nû bikin û xwe tomar bikin.”
Serokê Tîma Medyayî ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê da xuyakirin, “Ji bo îsal ti guhertin di hejmara kursiyên Civata Nûnerên Iraqê de nayên kirin û dê her 394 kursî bin.”
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.




