Îsraîlê ragihand ku serokê îstîxbarata leşkerî yê Hamasê kuştiye

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê û îstîxbarata navxweyî Şin Betê bi hevre daxwuyaniyekî hevpar dan û tê de gotin ku li Şerîda Xezayê, di êrîşê de serokê îstîxbarata leşkerî yê Hamasê Usame Tabaş kuştine. Di daxwuyaniya hevpar de gotin:
“Usame Tabaş, di Hamasê de endamekî kevin bû û li Tûgaya Xan Yûnisê fermandariya tabûrê di nav de, di gelek wezîfeyên girîng de xebitiye. Hem wekî çavkaniyekî agahiyên girîng dihat qebûlkirin.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.




