Kovara Foreign Policy ya Amerîkî: Hûsiyan li Iraqê 3 ofîs vekirine

PeyamaKurd – Kovara Foreign Policyê ya Amerîkayê raporek li ser çalakiyên Hûsiyên Yemenê belav kir.
Li gorî raporê, Hûsiyan li Iraqê ofîsên xwe vekirine.
Hate gotin ku yek ji wan li Bexdayê, yeke din jî li Kerkûkê ye û her weha yek jî li başûrê Iraqê.
Her weha tê gotin ku çekdarên Hûsî li kampeke leşkerî ya li Xalis (parêzgeha Diyala), ku ji aliyê Ketayîbên Hizbulaha Iraqê ve tê kontrolkirin, perwerdeya leşkerî dibînin.
Rapor diyar dike ku di çend salên dawî de, berpirsên Hizbulah û Sipaha Pasdarên Îranê piştgiriya Hûsiyan kirine bi perwerde û agahiyên îstixbaratê.
Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed a sala borî li Sûriyeyê, gelek fermandarên Hizbulahê û milîsên Şîeyên Iraqê ber bi Yemenê ve hatine şandin.
Di heman demê de, çekdarên Heşdî Şeibî yên ku Îran piştgiriyê dide wan, di 3-4 mehên dawî de hatine perwerdekirin û şûnde çûne Yemenê.
Li gorî Foreign Policyê, Hûsî li Iraqê xurt bûne û çend şirketên nepenî ava kirine da ku ji Iraqê piştgiriya darayî bistînin.
Lêkolînên kovarê her weha çalakiyên “Eniya Berxwedanê” li ser sînorên Lubnan, Sûriye, Iraq û Yemenê aşkera dikin û destnîşan dikin ku Hûsî niha li Iraqê jî hene.
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.





