Amerîka 2 êrîş bir ser Sada ya Yemenê

Amerîka 2 êrîş bir ser Sada ya Yemenê

PeyamaKurd - Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike ragihand ku Amerîka êrîşek li ser bajarê Sada pêk anîye.

Televîzyona El-Masîra ya ku xwediyê Hûsiyan e, ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 2 êrîş li nêzî bajarê Sada yê li bakurê Yemenê pêk anîne.

Di raporê de agahî nehat dayîn ka êrîşa DYAyê bû sedema windahiyên canî yan jî malî.

Hûsiyan di 7ê Adarê de ragihandibûn ku wan 4 roj dem dane Îsraîlê da ku alîkarî derbasî Xezzeyê bibe, wekî din ew ê operasyonên deryayî yên li dijî Îsraîlê ji nû ve bidin destpêkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 15ê Adarê de li ser hesabê xwe yê platforma Truth Sosyal daxuyaniyek da û gotibû ku wî ferman daye artêşê ku li Yemenê "êrîşeke mezin" li dijî Hûsiyan pêk bîne.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.