Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê bi dirûşma ‘Cîhan bi Kurdî Diaxive’ dest pê dike.

PeyamaKurd – 17. Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê wê di navbera 9-19ê Nîsana 2025an de bi dirûşma "Cîhan bi Kurdî Diaxive" were lidarxistin.
17emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê îsal jî weke her carê li salona pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê li parka Abdurrahman tê lidarxistin. Dirûşmeya fûarê ya îsal wê "Cîhan bi Kurdî Diaxive" be.
Fûar wê her roj serê sibê saet di 10:00 heta êvarê saet 20:00 ji mêvanan re vekirî be.
Di çarçoveya çalakiyên fuarê de wê panelên werger û ziman, gotûbêjên çandî, xwendina helbestan, rojên îmzekirina pirtûkên nû, panelên curbecur ên li ser Iraq û herêmê û çalakiyên hunerî werin lidarxistin.





